Ji dêmê tey qeş
Ez bûme xemgîn
Ji çav têne xiwar
Roundikên grîn
Bejna tey zirav
Lêvên tey şirîn
Bûme evîndar
Tu ji mir bûy evîn
Ji nav milên te
Du mar tênne xiwar
Ji biska xwoş tê
Gol bîn û embar
Ji gomanên tey dur
Ez bûme xem bar
Vîna mey şirîn
Wek ya mem û zîn
Ji rondikên te ne
Zîyê jêr û jor
Bi pêlan ketim
Ketim gerên kor
Peyman li ser me
Ber nedeyn sinor
Ji wan peymanên
Ferhad û şirîn
Çi gav vekim çav
Tû têy li hember
Pêşmergên dilêr
Ji bu te kember
Zor ya li ser te
Ezê bidem ser
Da azad bibe
Warê mey rangîn