Ji dêmê tey qeş Ez bûme xemgîn Ji çav têne xiwar Roundikên grîn Bejna tey zirav Lêvên tey şirîn Bûme evîndar Tu ji mir bûy evîn Ji nav milên te Du mar tênne xiwar Ji biska xwoş tê Gol bîn û embar Ji gomanên tey dur Ez bûme xem bar Vîna mey şirîn Wek ya mem û zîn Ji rondikên te ne Zîyê jêr û jor Bi pêlan ketim Ketim gerên kor Peyman li ser me Ber nedeyn sinor Ji wan peymanên Ferhad û şirîn Çi gav vekim çav Tû têy li hember Pêşmergên dilêr Ji bu te kember Zor ya li ser te Ezê bidem ser Da azad bibe Warê mey rangîn