Havîn bû çûm şingalê Hijîra li dem nubarê Min dît li wêrê ciwanek Awir dida ji alek Min gotê keça kêyî Turîna kîş malêyî To gola kiş baxçiyê Nêrgiza serê kêyî Lawu ez kurdistanim Xoştivîya kurdanim Evîndara şi'ranim Ketîme dest nezane Ez gerîyam çûm amedê Cihê pîran û befrê Nalîna kewî têtin birîndare xwîn jê têtin Min gotê kewê kêyî Çima li nav befirêyî Birîndarê destê keyî Xwîndarê destê kêyî Ez dengê şêx seîdim Ji bo kurdistan mirîdim Bê kes û bê xuwdanim Katîme dest neyare Çûm mehabadê gerîyam Wek dara twîyê weryam Darek di dest zarokan Pê kirin yarya buka Min gotê tu çi darî Wek rebena li vî warî Tu li kulana di xişandin Tuş nîvêra şikandîn Lawu ez dar ala bûm Navbera çar çira bûm Ez qîbleya kurda bûm Ketîme dest ne merda Payîz dar ala bûm navbera çar çira bûm Min dî li wêrê şoxek Berda dilê min dûxek Min gotê keça kêyî Dilber u şenga kêyî Bohara dilê kêyî Barana kîş deştêyî Lawu ez qamişlume Şenga ware şexûme Mihvana werê xome Ketîme dest zordara