Dilê min û dilê jar
Çend sale em birîndar
Yarê ez û tu hêlaîn
Xemêt me kirine hizar
Dilo te xem helgirtin
Çi bo ta nahêt gotin
Yarê çi ji me ne zanî
Em çawa têne sotin
Kanê ew rondika zelal
Kanêye ew bejin û bal
Pîrkirîn xemêt yarê
Em nabînîn me û sal
Dilo çavêt me wekir
xo di bejin û balê werkir
Ya rih sivik û şirîn
Jê di barî şîr û şekir
Dilo ez û tu çi bikeîn
Da birînêt xo sax keyn
Rondikeka cavêt Yarê
Darmane em lê bikeyn