Bihêle ez heşte bikem
Karê evîna te bikem
Dest gerdena te werkem
Da wan cava razîkem
Ez hatim û evîna xo
Li nav dilê te biçînim
Hindî xemêt vî dilî
Bi dîtina te birevînim
Ger tu bihêlî yara min
Te li dilê xo bihewînim
Bawerke şirîna min
Dil male te lê dibînim
Delîvê bide carekê
Maçekê li rîya te bidem
Reş mala evî dilî
Li bağê sîngê te vedem
Tu riha min bixaze
Rih û dila ez bidem
Siwînd bi xodayê mezin
Desta ji te bernedem