Agirê Jiyan - Adarê lyrics

Published

0 202 0

Agirê Jiyan - Adarê lyrics

Çûme serê çîyayê Gabar Kulîlk vebûn nexşa bihar Êdî bes e zilma neyar Gelek xweş bû şahiya Adar Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê Me ne zordestî, kevneperestî Me ne zilm û koledarî Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê Şervane l'ser zinar û lat Dibezin ber bi roja felat Gelê me rabe roja nû hat Ew şehidên rewşa welat Me ne zordestî, kevneperestî Me ne zilm û koledarî Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê Li zindanan bi berxwedanî Çendî şehîd serî danî Standin dîroka tolanî Li ser çîyan ronî danî Adarê, xweş adarê, kulîlka ber biharê